Haydar Şahin
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
ŞİAN
Misilmanên li Şîana bajarê Çînê di rojiyê da li "Kolana Misilmanên Huî" (Huimincie) ya li navenda bajêr di atmosfereke dîrokî da bi tehmên herêmî remezanê derbas dikin.
Di dema Xanedaniya Tangê (618-907) da li ciyê ku cara ewil bazirganên misilman hatibûnê Huimincieya li bajarê Şîanê hatibû avakirin. Wisa tê zanîn ku herî zêde Misilman li vê derê dijîn.
Ji damezrandinê hetanî niha gelek caran kolan hat temîrkirin û gihîşte halê niha. Huimincie di remezanê da ji bo Misilmanan alternatîfên cuda pêşniyaz dike.
Li herêmê hê 60 hezar Misilmanên ji Çînê dijîn û di remezanê da gelek ziyaretvan tên vê kolanê.
- Huimincie ji bo tehmên remezanê navnîşan e
Di rojiyê da kesên ku dixwazin xwarinên herêmî tehm bikin berî xwe didin Huimincieyê, li vê derê şirînahiyên herêmî yên ku ji muz, hêk, birinc, fasulyeyên soya tên çêkirin, bestenî, avên xweş û êmîş tên firotin.
Li Huimincieyê gelek dikanên misilmanan hene û li ziyaretvanên xwecî û biyanî pêşwazî dikin.
Kolan kêmzêde 500 mêtre dirêj e, bi şev û bi roj qerebalixî heye.
- Şorbeya goştê berxan a bi nan û hamburgera Çînê
Li ser sifreyên fitar û paşîvê yangrou paomo (şorbeya goştê berxan a bi nan), rou ciamo (hamburgera Çînê) her tim cî digrin ligel vê jî mantiya Çînê û cureyên erişteyê jî eleqeyê dibînin.
- Terewihan li mizgefta 13 sedsalî dikin
Şîanê hetanî nika ji gelek çand û şaristaniyan ra paytextî kiriye. Esnafên Huimincieyê û karker fitara xwe vedikin û paşê ji bo nimêja terewihan derbasî Migefta Mezin a Şîanê ya 13 sedsalî û Mizgefta Şiaopiyuenê ya hezar saliye dibin.
Piştî fitarê jî qerebalixiya li Huimincieyê zêde dibe ji ber vê jî yekeyên ewlekariya herêmî bi komî digerin.
Li Çînê ji 56 komên etnîkî 10 heb misilman in. Kêmneteweyên misilman ên wekî Huî, Uygur, Qirxiz, Qazax, Tacik, Tatar, Uzbek, Salar, Baoan û Dongşîang li bakur û bakurê rojavayê welêt jiyana xwe didomînin.