Muhammet Kurşun
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
XUTAYA ROJHILAT/ANKARA
Di êrişên rejima Beşşar Esed ên li ser Xutaya Rojhilat ku dikeve nav "herêmên bêşer" de 3 zarok hatin kuştin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Parastina Sivîlan li çoltera Şamê Serac Mehmûd, bo peyamnêrê AAyê diyart kir ku rejima Esed êrişî Eyn Terma û Zemalkaya beldeyên Xutaya Rojhilat kir û 3 zarok kuştin.
Serac Mehmûd destnîşan kir ku di êrişê de ji xeynî kuştina 3 zarokan 13 sivîl jî birîndar b3un.