Elif Orhan
06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) banga referandûma ji bo serxwebûnê dubare kir.
Barzanî ji ber Cejna Remezanê peyamek weşand û cejna pêşmergeyan û malbatên şehîdan, cejna misilmanên Iraqê û dinyayê pîroz kir.
Barzanî qal kir ku hêvî dike ku hemû partiyên siyasî û aliyên li HKIyê piştî cejnê bên bal hev û li ser mijara serxwebûnê bisekinin û xwest ku digel vê li ser têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê de û çareserkirina rewşa siyasî ya li HKIyê bisekinin.
Barzaniyê Serokê HKIyê di 23yê hezîranê de ji bo referandûma serxwebûnê bang kiribû.