24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ROMA
Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat daxuyand ku hemî rêwî û xebatkarên balafira Rêhewayên Afrîqiyah (Afrîka) ya ku wexta li Libyayê firên xetên hundir pêk dianî revandin Maltayê serbest hatin berdan, korsanên hewayê jî hatin binçavkirin.
Muscat li ser hesabê xwe yê Twîttera malpera parvekirina civakî ewil ragihand ku ji 118 kesên di balafirê de jê 109 kes serbest hatin berdan, herî dawî jî wiha daxuyand: "Xebatkarên balafirê yên dawîn tevî korsanan ve ji balafirê derketin. Korsan teslîm bûn û hatin binçavkirin." Muscat bi van îfadeyan diyar kir ku qeyrana revandina balafirê bi dawî bû.

Ji aliyê din ve, Balafirgeha Lûqayê ji bo seferan vebû, sefer bi rotar dewam dikin.