20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
ADDÎS ABABA
Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî diyar kir ku hejmara penaberên li Efrîqayê gihîşt 12 milyon kesî.
Serokê Xaça Sor Peter Maurer di civîna çapemeniyê ya ku li Addîs Ababaya paytexta Etiyopyayê hat kirin da destnîşan kir ku li parzemîna Efrîqayê sedema sereke ya koçkirinên navxweyî şer û pevçûnên li herêmê ne.
Maurer got ku li Efrîqayê hejmara penaberan gihîşt 12 milyon kesî û astengiyên li pêş sepandina peymana Yekîtiya Efrîqayê (Kampala) anî rojevê û ew rapora ku ji bo vê meseleyê amade kiribû jî pêşkêşî Konseya Ewlehî û Aştiya Yekîtiya Efrîqayê kir.
Di axaftina xwe da Maurer bal kişand ser pirsgirêkan û got ku heqê penaberan tê binpêkirin û zilm û tehdayî li wan tê kirin.
Maurer ji hemû welat û hikûmetên wan xwest ku bila ew li heqên penaberan xwedî derbikevin û xalên Peymana Kampalayê bisepînin û rê li pêş mexdûrbûna penaberan bigirin.
Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî Maurer di mijara sepandinên peymanê da Etiyopya û Maliyê ji bo welatên din mînak nîşan da.