Muhammet Kurşun
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku piştî Serokê Emrîkayê Donald Trump, Anthony Scaramucci kir Dîrektorê Ragihandina Koşka Spî, Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Li gor xeberên di medyaya Emrîkayê de cih digirin Spicerê ku piştî Trump dest bi serokatiyê kir bû Berdevkê Koşka Spî dest ji wezîfeya xwe kişand.
Hat ragihandin ku dê Koşka Spî der barê îstîfayê de daxuyaniyekê bide.
Hat îddiakirin ku di îstîfaya Spicer de wezîfedarkirina fînansorê navdar ê New Yorkê Anthony Scaramucci wek Dîrektorê Ragihandina Koşka Spî gelekî bitesîr e. Herwiha hat diyarkirin ku dê Spicer ji bo tîma Koşka Spî bibe arîkar.