Muhammet Kurşun
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
ÎDLIB
Di navbera grûbên li dijî rejima Esed li Sûriyê şer dikin Ehrarur Şam û Heyet Tehrîr Şamê de rêkeftin çêbû. Dê Deriyê Sînorî yê Babul Hewayê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bo kontrola îdareya sivîl were hiştin.
Berdevkê Ehraruş Şamê Mûhemmed Ebûzeyd bo peyamnêrê AAyê ragihand ku herdu grûban biryar daye ku şerê tund bidawî bînin.
Zeyd wiha agahî da:
"Di navbera Ehraruş Şam û Heyet Tehrîr Şamê de agirbest hatiye çêkirin. Dê girtiyên di destê herdu aliyan de serbest bimînin. Dê grûb Babul Hewayê terk bikin. Dê îdareya derî bo rêveberiya sivîll were hiştin."
Di navbera herdu grûban de 18ê Tîrmehê li çoltera Îdlibê şer derketibû.