14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
ANKARA
C.D.yê qaşo "Berpirsiyarê Îskandinavyayê" yê PKKya rêxistina terorî ku bi bultena sor lê digeriyan li Danîmarkayê hat qefaltin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê C.D.yê ji hêla Serokatiya Daîreya Interpol-Europolê ya Midûriyeta Ewlehiya Giştî va dihat teqîbkirin û li 192 welatî bi bultena sor lê digeriyan piştî îstixbarata ku wê ji Almanyayê here Danîmarkayê xebatên qefaltinê dest pê kirin.
Li gor agahiyan C.D.yê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî (PKK/KCK)" fîrar bû ji bona teslimî Tirkiyeyê bikin li Danîmarkayê hat qefaltin.
Hat tesbîtkirin C.D. qaşo "Berpirsiyarê Îskandinavyayê" yê PKKyê ye, di dawiya sala 2007an da li kampên li bakurê Iraqê maye û sala 2012an jî li Moskovayê di civîneke çapemeniyê da hatiye dîtin.