06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ADANA
Otopsiya 3 cinazeyên sûriyeyan yên ku di êrîşa Îdlîbê de miribûn bi beşdarbûna Lijneyê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) hat kirin.
Otopsiyê nêzî 3 seata dewam kir. Di otopsiyê ji bilî lijneya nûnerên WHOyê, dozgerê komarê, pisporên Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê û rayedarên midûriyeta tenduristiyê ya bajêr jî beşdarî bûn.
Hat ragihandin otopsî kişandine kamerayê û nûnerên WHO jî ji cinazeyan hin nimûne stendine.
Piştî otopsiyê tu daxuyanî nehat dayîn.