05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 05 Mijdar 2016
HELEB
Hat ragihandin ku di êrîşên asîmanî yên ku li gund û navçeyên li aliyên rojava yên Helebê bi "bombeyên bi paraşut" hatin kirin de 11 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Rayedarê parastina sivîl ê li Helebê Seîd Ehmed daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku balafirên şer ên artêşa ûris bi "paraşuta bibombe" êrîşê navçeya Etarîb, Daret Îzze û gundê Îbînê yên li rojavayê Helebê kirin.
Ehmed got ku di êrîşê de jin û zarokê jî di nav de 11 sivîl mirin, 25 kes jî birîndar bûn û agahiya "Ekîbên parastina sivîl li gundê Îbînê ya ku ûris bi bombeyên biparaşut êrîş kirin ji bin kavlan gelek mirî û birîndar derxistin. Di bombebaranê de li Etarîb û Daret Îzzeyê ji 10î zêdetir malî xisara madî çêbû. Di encama êrîşan de malan ew qas zirar dîtin ku êdî mirov nikare bi kar bîne."
Ehmed diyar kir ku ekîbên parastina sivîl şewatên ku ji ber bombebaranê li hin malan derket tefandin û da zanîn ku kesên ku di êrîşên ûris ên navborî de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên cihên navborî.