05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 06 Mijdar 2016
NÎNOVA
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê di êrîşa tê texmînkirin ku bi balafirên hêzên hevpeymaniyê hatin kirin a ser 2 malan de 9 sivîl mirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyeke eskerî yê ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê wî bê eşkerekirin di êrîşa asîmanî ya ku birin ser 2 malên nêzî Lûnaparka Dîcleyê ya li herêma Şellalatê ya Mûsilê 2 jê jin, 3 jê zarok 9 sivîl mirin. Di êrîşa ku mal ji binî ve xira bûn de 6 wesayîtan jî xisar dîtin.
Hat gotin dema ku êrîş hat kirin li malan milîtanên DEAŞê tunebûn, dibe ku êrîş li ser îstixbarateke xelet hatibe kirin.
Meqamên fermî hêj der heqê mijarê de tu daxuyanî nedan.