06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
HAKKARİ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê "lekan"a ku wekî sola berfê tê zanîn û ji ber ku di berfê da naçe xwarê, welatî zivistanê gelekî diemilînin. Herwiha gundî bi xêra lekanê li ser berfê asantir diçin û tên.
Rêya gundên navçeyê yên ku berf gelekî lê dibare, timî tên girtin û ji ber hindê welatî jî bona li ser berfê bêyî ku tê da biçin xwarê bimeşin, lekanê bi pêlava xwe va girê didin û bi vî awayî dimeşin.
Li gundê Unluceya li ser navçeyê ku lê qalindahiya berfê cî ciyan digehîje 2 mêtroyan, welatî ji şaxên daran, xortimên plastîk û têlên metal "lekan"an çêdikin û bi awayekî rihet pê dimeşin.
Herwisa li van deran welatî lekanê bi piranî dema ku diçin ajalên xwe alif dikin, diemilînin.
"Lekan, zivistanê kel û melekî pir sereke ye"
Welatî Burhan Yalçin jî diyar kir ku welatî ji ber tengasî û zehmetiyên berfê, ji xwe ra lekanan çêdikin.
Yalçin bal kişand ku gundî herî zêde dema ku alif didin ajalan, lekanê diemilînin û wiha xeberda, "Gom li dervayê gund hatine çêkirin. Ji bo ku di berfê da neçin xwarê jî bi van lekanan diçin. Berê welatî dema ku diçûn ziyaret û serxweşiyê an jî dema ku diçûn gundekî din diemilandin. Lekan, zivistanê kel û melekî pir sereke ye. Hema hema li her malê 1-2 heb hene. Li gund jiyanê asan dike."