06 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
HELEB
Bi sedan sivîlên ku ji navçeya Babê ya ku li bakurê rojhilatê Helebê ye û di destê rêxistina terorê DEAŞê de ye direvin, ber bi herêmên ku di destê muxalifan de ne diçin.
Li gor agahiyan çavkaniyên herêmî her roj bi sedan sivîl li ber tundiya DEAŞê xwe ranagrin û ji navçeyê direvin.
Sivîlên ku digîhîjin Azeza herêma Helebê li wir ji hêla muxalifan ve tên kontrolkirin.
Yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad ên ku ji sê aliyan ve navçeya Babê dorpeç kirine, ji bo ku sivîl ji pevçûnan tesîrê nebînin wan sewqî kampên li Azezê dikin.
Ramî Îbrahîmê ku ji navçeya Babê reviyaye ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku DEAŞ li navçeyê sivîla wek mertalê zindî bi kar tîne û wiha axivî: "Baregehên DEAŞê di nav cihên ku sivîl lê dijîn hene. Gel jî ji ber tundiya DEAŞê bêzar bûye."
Îbrahîm got ku gelek tunelên rêxistinê yên ku dikevin nav hevdu li navçeyê hene û wiha axivî: "Ew bi tenê endamên xwe dinêrin, guh nadin sivîlan. Ji bo ku em neyên girtin, em şev reviyan. Wesayîta me tunebû, ji ber vê em bi meşê ji bajêr derketin. Serê sibê jî em gihîştin cihên ku di destê muxalifan de ye."