Abdullah Tel
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Tê payîn ku Amerîka biryara sepandinên xwe yên li dijî Îranê eşkere bike û ji ber vê bendewariyê jî warêla nefta Brentê di bazara navneteweyî da bi 75,66 dolarî tê firotin.
Duh warêla nefta Brentê bi 74,94 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 76,31 dolarî. Bihayê warêla nefta Brentê îro serê sibehê bi 75,55 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.36an pê va jî ji sedî 0,14 zêde bû bi 75,66 dolarî hat firotin. Di heman demê da warêla nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 70,19 dolarî hat firotin.
Bihayê warêla nefta Brentê ji ber îhtimala ku Amerîka wê ji peymana nukleerî ya Îranê vekişe duh êvarê ji 76 dolaran derbas bû. Di heman saetan da bihayê warêla nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî gihîşt 70,81 dolarî. Bi vî awayî ji meha sermaweza sala 2014an vir va cara ewil e ku bihayê warêlên herdu neftan jî derketin heta vê astê.
Tê payîn ku Amerîka biryara xwe ya der barê Îranê da ku gelo wê ji peymana nukleerî ya bi Îranê ra vekişe û yan jî sepandinên nû bike rewacê, wê îşev eşkere bike.