Muhammet Kurşun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ANKARA
Birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û biraziyê Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Dilovan Îdrîs Barzanî, krîza qelb derbas kir û wefat kir.
Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya serxweşiyê de wefata Dilovan Îdrîs Barzanî ragihand û sersaxî ji bo malbatê xwest.
Barzanî di peyama xwe de cih da van îfadeyan:
"Bi xemgîniyeke mezin radigihînim ku kurê rahmetiyê Îdrîs Barzanî Dilovan Îdrîs Barzanî ji ber krîza dil çû ber dilovaniya Perwerdegarê mezin.
Ez ji Xwedayê mezin dawakar im ku rehmetî bi rehmet û mîhribaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê li me hemûyan bibexişîne."
Dilovan Îdrîs Barzanî, bi Nêçîrvan Barzanî re cêwî bû û 52 salî bû.
Dilovan Barzanî, karûbarên komelayetiyê yên hikûmetê dimeşandin û ehemmiyet dida arşîvkirina şoreşa Herêma Kurdistanê.