Önder Beyter
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
EFRÎN/ANKARA
Firokeyên Artêşa Tirkiyeyê li dijî mensûbên rêxistina terorê YPG/PKKê yên ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da rê li wan teng bû û xwe li çiyayên Efrînê veşartin, operasyon li dar xist.
Li gorî agahiya ku peyamnêrên AAyê yên li Efrînê dan, Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê li devera çiyayî ya bajarokê Recoya li bakurê Efrînê grûbeke YPG/PKKyî tespît kir.
Li ser vê, firokeyên cengê yên Artêşa Tirkiyê li dijî hedefên li çiya operasyon li dar xist.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 18 adarê da Efrîn ji terorê paqij kiribû. Fealiyetên lêgerînê yên dijî mensûbên YPG/PKKê yên ku di dema operasyonê da rê li wan teng bû û ber bi çiyayan hilkişiyan, dewam dikin.