HEWLÊR
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande telefonî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî kir û da zanîn ku pêvajoya arîkariya leşkerî bi awayekî eşkere dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn Hollande li ser telefonê da zanîn ku piştgiriyê didin Barzanî. Hollande destnîşan kir ji bo ku birêvebiriya kurdan di têkoşîna xwe ya bi terorê re de bi ser bikeve û terorîstan têk bibe, wek Fransa çi ji destê wan bê dê arîkariyê bikin. Hollande diyar kir ku "Fransayê bi awayekî eşkere ji bo herêma Kurdistanê pêvajoya arîkariya leşkerî da destpêkirin." Hollande her wiha ji ber ku Barzanî hêmanên etnîk û dînî yên li Iraqê diparêze spasiya wî kir.
Barzanî jî ji ber arîkariya mirovahiyê û leşkerî ya ku dê bidin herêma Kurdistanê, spasiya Serokomarê Fransayê Hollande kir. Barzanî got ku Fransa arîkariya mirovahiyê û leşkerî dişîne Iraqê û di vê yekê de jî di nav welatên Ewropayê de roleke serkêş dilîze. Barzanî got ku em ji ber vê yekê mînetdarê birêvebiriya Parîsê ne.
Barzanî da zanîn hêvî dikin ku welatên cîhanê ên din ên azadîxwaz û demokrat jî wekî Fransayê helwesta xwe nîşan bidin û di têkoşîna wan a bi terorê re de piştgiriyê bidin wan.
Fransayê dabû zanîn ku biryar daye ku ji bo kurdên ku li hember rêxistina terorî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) şer dikin, çekan bişîne.