PARÎS
Keldaniyên xiristyan ên Iraqê yên ku niha Fransayê dijîn, ji Tirkiyeyê alîkaryê dixwazin ku bila Tirkiye alîkariya xiristyanên cih û malên xwe terikandine bike.
Serokê Cimaeta Katolîkên Keldanî yên Parîsê Mîchael Dumand ji nûçegihanê AAyê re axivî û behsa rewşa xiristyanên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê malên xwe terikandine kir.
Dumand daxuyand ku keldanî û êzdiyên li Misûlê û yên li der û dora Misûlê zilmeke mezin dibînin û wiha axivî:
"Yên ku mecbur dimînin koç dikin, li çiyayan û li ser rêyan ji birçîbûn û tîbûnê dimrin. Hinekên ku li ser Tirkiyeyê gihîştin Fransayê jî hene û dixwazin ku xwe bispêrin Fransayê. Hefta borî Fransayê destûr da ku 11 keldanî li Fransayê bijîn. Lê van kesan nû serî lê nedane. Ev kes eqrebayên Serkeşîş Paulos Faraj Rahho, yê ku di 2008an de hat kuştin in û di sala 2008an de serî li Fransayê dabûn."
Dumand bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo xiristyanan bila bi lez tevbigerin û daxuyand ku rola Tirkiyeyê girîng e:
"Em dizanin Tirkiye çiqas mêvandar e. Gelek êzdî û keldanî koçî Tirkiyeyê dikin û helbet dê bikin jî. Tirkiye dê deriyên xwe heta dawiyê veke, lê em dixwazin bila li me xwedî derkeve. Jixwe ji hêla ciraniyê ve tu şika me tune ew ê wezîfeya cirantiyê zêdetir bike. Em bawer in ku Tirkiye dê pişta xwe van mirovên bêçare nezivirîne."
Tê texmînkirin li giştiyê Iraqê 500 hezar keldanî hene û li welêt xiristyanên herî zêde ên kêmnetew tên qebûlkirin. Dîsa tê texmînkirin ku li Misûlê û li der û dora Misûlê nifusa wan qasî 50 hezaran e. Di dinyayê de jî herî zêde li Tirkiye, Almanya, Fransa, Amerîka û Avustralyayê dijîn.
- Ji Fransayê piştgirî
Wezareta Karên Derve ya Fransayê piştî ku êrîşên DÎŞIyê zêde bûn û milîtan gihîştin bajaran, îlan kir ku Fransayê deriyên xwe ji wan re vekiriye û hefta borî jî eşkere kir ku destûr daye 11 keldaniyan ku ew li Fransayê bijîn.
Fransayê duh îlan kir ku ew ê ji kurdan re çekan bişîne û niha tê texmînkirin ku ew ê çekan, melzemeyên leşkerî û sîstemên ji bo ragihandinê yên peykan ji kurdan re bişîne.