DIHOK
Makîneyên kar ên Serokatiya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) li qadên kampê yên ku dê li Dihok û Zaxoyê ji bo penaberên iraqî bên çêkirin, dest bi xebatan kirin.
Tîma AFADê û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê Şariyaya bajaroka Dihokê ji bo kampa ku dê ji penaberan re bê çêkirin, wek cî diyar kirin. 30 makîneyên kar li Şariyayê dest bi xebatên rastkirina erdê kirin. Di konbajara Şariyayê de dê serî de 10 hezar kes bimîne. Tê payîn ku pişt re kamp bê berfirehkirin û bêtir kes bikarin wir bimînin.
Xebata duyemîn a ji bo kampê li Zaxoya navçeya Dihokê tê kirin. Li Kampa Konan a Besîwayê jî dê 10 hezar kes bimînin.
Midûrê Bajêr ê Şanliûrfayê yê AFADê Mahmût Sonmez daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku kampê bi awayekî wisa amade dikin ku dê penaber bikaribin zivistana xwe jî wir derbas bikin.
Midûrê Şûbeya Rewşa Acil û Bobelatê yê Bajêr yê Şanliûrfayê yê AFADê Kamûran Çetîn jî diyar kir ku dê piştî xebatên rastkirina erdê; karên av, ceyran û qenalîzasyonê temam bikin.
- Ji bo hewînê 50 konên berwext hatin vegirtin
Di vê navberê de tîmên AFADê li Derîbûna herêma Zaxoyê ji bo penaberên ku li derve mane wek berwext 50 kon vegirtin.
DÎŞIyê di 3yê tebaxê de Sîncara navçeya Mûsilê ya ku kurdên êzdî wek "Şengal" bi nav dikin, bi dest xistibû. Li ser êrîşa DÎŞIyê pêşmerge mecbûr mabûn ku paş de vegere û bi hezaran kurdên êzdî herêm terikandibûn û xwe sipartibûn Dihok, Hewlêr û Sûriyeyê. Tê texmînkirin ku li herêmên Zaxo û Dihokê bi qasî 100 hezarî êzdî hene.