31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ÎSLAMABAD
Parlamenterên Pakistanê wê roja sêşemê li şûna Newaz Şerîfê ku ji kar hat dûrxistin, serokwezîrê nû hilbijêrin.
Serokwezîrê Eyaleta Pencapê Şahbaz Şerîf ku hat ragihandin, wê bibe serokwezîrê nû yê welat, heya ku bikeve Meclisa Neteweyî, tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Neft û Çavkaniyên Siriştî Şahid Hakan Abasî wê li ser qoltixa serokwezîriyê rûnê.
Tê pêşbînîkirin, piştî ku Şahbaz Şerîf ji Serokwezîriya Eyaleta Pencapê îstifa kir û şûnda, divê di nava 45 rojan da bi destê parlamentoyê ji bo wezîfeya nû, serokwezîriyê bê hilbijartin.
Hilbijartina qoltixa ku Nawaz Şerîf xalî kir jî ji bo serê meha îlonê tê pêşbînîkirin.
Dadgeha Destûra Pakistanê di 28ê Tîrmehê da, bi îdiaya ku endamên malbata wî tevlî îdiayên gendeliyê yên ku bi belgeyên Panamayê derketin holê bûn, Serokwezîr Şerîf ji kar dûr xistibû. Xêncî vê, Wezîrê Darayiyê Mûhemmed Îshaq Dar jî ji kar hatibû dûrxistin.
Dadgehê diyar kiribû, "Serokwezîrê Pakistanê parlamento û dadgeh xapand" û herwiha ragihandibû ku Şerîf êdî layîqî qoltixa Serokwezîriyê nîne. Li gorî biryara dadgehê, siyaset heta hetayê li Şerîf hat qedexekirin.