07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
ÎDLIB
Hat ragihandin ku di êrîşa ji hewayê ya li ser Hîşa herêma Îdlibê ya ku di kontrola mixalifan da ye da 10 sivîl mirin.
Mihemed Zîkrayê ji rayedarên parastina sivîlan a bajarokê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Teyareyeke ku em texmîn dikin ya Rûsyayê ye bombe di ser Hîşa bajaroka Mearet Nûmana navçeya Îdlibê da barand.
Zîkra destnîşan kir ku di êrîşê da 10 sivîl mirin, gelek sivîl jî birîndar ketin, di nav birîndaran da kesên ku ji ber êrîşa bi sîlahên kîmyewî ya Xan Şêxûnê revîbûn xwe sipartibûn Hîşê jî hene.
Zîkra diyar kir ku ekîbên parastina sivîlan xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên di binê enqazê da didomînin, birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajarokê.
Rejima Beşar Esed di 4ê nîsanê roja sêşemê bi sîlahên kîmyewî va êrîşî Xan Şêxûna navçeya Îdlibê kiribû. Di êrîşê da gelek zarok û jin jî tev kêm zêde 100 sivîl miribûn, ji 500î zêdetir sivîl jî birîndar ketibûn.
Bi dehan hezarî gelê Xan Şêxûnê ji ber belavbûna xaza kîmyewî û tirsa êrîşeke din malên xwe terk kiribû.