07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
LEFKOŞA
Mustafa Akinciyê Serokomarê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) piştî Meclisa Rûman biryara Enosisê (Îlhaqkirina Qibrîsê ya ji bo Yewnanistanê) betal kir, destnîşan kir mizakereyên Qibrîsê wê di 11ê nîsanê da dest pê bikin.
Akinci di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir biryara Meclisa Rûman a di 10ê sibatê da hat hildan di nav tirkên Qibrîsê da bû sedema bertekên mafdar.