Hakan Çopur
16 Sibat 2024•Rojanekirin: 20 Sibat 2024
Serokê Amerîkayê Joe Bîden hevdîtênên xwe yên bi Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsrîalê bi bîr xist û got ku "Ji bo derxistina rehîneyan divê (li Xezeyê) agirbesteke mayînde çêbe. Vê (pêvajoyê) dest pê kir. Ez ji bo pêkanîna vê hêvîdar im. Her wiha hêvîdar im ku Îsraîl di vê navberê da (li Refahê) teşebûsa dagiriya bejayê ya berfireh neke."
Serokê Amerîkayê Bîden di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî li dar xist da der barê rewşa dawîn a li Xeze û Refahê da nirxandin kirin.
Bîden diyar kir ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ra di nav hefteyeke dawîn da çend caran hevdîtinên dirêj kirin û rewşa li Xezeyê guftûgo kirin.
Bîden li ser pirsa der barê Îsraîl dê li Refahê bêyî ku planeke berfireh û pêkane bê tetbîqkirin hebe gelo dê dest bi êrîşekî bike yan na wiha axivî:
"Min ev bi eşkereyî anî ziman ku ji bo derxistina rehîneyan (li Xezeyê) divê agirbesteke berwext hebe. Vê (pêvajoyê) dest pê kir. Ji bo derxistina rehîneyan divê (li Xezeyê) agirbesteke mayînde çêbe. Vê (pêvajoyê) dest pê kir. Ez ji bo pêkanîna vê hêvîdar im. Her wiha hêvîdar im ku Îsraîl di vê navberê da (li Refahê) teşebûsa dagiriya bejayê ya berfireh neke. Lewra hêviya min di vî warî da ye. Di vê pêvajoyê da divê agirbesteke berwext çêbe."
Bîden bi bîr xist ku di nav rehîneyên di destê Hemasê da Amerîkayî jî hene û behs kir ku ji bo derxistina rehîneyan û pêkanîna peymana agirbestê xebatên xwe didomînin.