05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
QUDIS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava û herêmên bakur ên Îsraîlê 50 filistînî binçav kirin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku li Şerîaya Rojava ji ber sedema "beşdarî bûyerên teror û tundiyê bûne" 12 filistînî hatin binçavkirin.
Ji hêla din Berdevkê Polêsên Îsraîlê Luba Samrî jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Li herêmên bakur ên Îsraîlê 38 filistînîyên ku destûra wan a ketina Eqsayê tune hatin binçavkirin."
Li gor daneyên Heyeta Dîlên Filistînê, ji serê cotmehê vir ve Îsraîlê li Şerîaya Rojava û Qudsê hezar û 520 filistînî binçav kir. Ji van jê sedî 60 ji 18 salî biçûktir in. Ji bilî vê ji sala 2000î vir ve ji ber ku kevir avêtine 8 hezar û 500 kesên temenê wan 18an biçûktir hatin binçavkirin.