Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin topa hewanê ket înşeatekê li herêma El-Yermûka rojavayê Mûsûlê. Di bûyerê de 5 ji wan bira bi tevahî 10 karkerên di înşeatê de mirin.
Hat ragihandin ku karker ji herêma Sîncara 124 kîlometro dûrî rojavayê Mûsûlê ne.
Hêj nehatiye diyarkirin ka topa hewanê ya ku li avahiyê ket ji kîjan aliyê ve hat û ji aliyê kê ve hat avêtin. Lê belê dan zanîn ku li herêmê di navbera milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û hêzên ewlehiyê de pevçûn hene.