Muhammet Kurşun
04 Sibat 2017•Rojanekirin: 05 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Koalîsyona Niştîmanî ya Şiî Emmar el-Hekîm û heyeta pê re ku ji nûnerên partiyên Şiî pêktê pêşwazî kir.
Li gor malpera Serokatiya Herêmê di civînê de Hekîm serkeftinên Pêşmerge û Artêşa Iraqê pîroz kirin û di operasyona rizgarkirina Mûsilê de yekrêziya wan a li dijî DEAŞê bilind nirxand.
Hekîm ji bo operasyona Mûsilê pesnê Serok Herêma Kurdistanê Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî da.
Lîderê Şiî di xeberdana xwe de bal kişand ser şirîkatiya aliyan a li dijî dîktatoriyê û li ser îmkan û firsendên ku niha li ber hemû Iraqiyan in sekinî.
Hekîm wiha got:
"Divê di têkiliyên aliyên Kurdistanî û Koalîsyona Niştîmanî ya Şiî ji nû ve bêne helsengandin. Lazim e nuqteyên lawaz û kêmasî bêne çareserkirin. Di çarçoveya înîsiyatîfa aliyên siyasî de, bi pêkanîna lijneyeke hevbeş a siyasî û hikûmî divê ev pêvajo were meşandin. Ji bo nêzîkbûnê divê muzakere berdewam be. Ji bo esasên bingehîn ên Iraqa nû bicih bibin divê ev mekanîzma îş bike. Di Iraqa nû de herkes hevbeş in."
Hekîm serdana Barzanî û heyeta Kurdistanî ya Bexdayî ku di Îlona 2016an de pêkhat wek tarîxî wesifand û wiha axifî:
"Hatina me bo Kurdistanê encamê seredana Serok Barzanî bû Bexdayê ye."
Di behsa hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê de jî wek tecrubeyeke tarîxî binav kir û got xebata hevbeş a li dijî terorê sparteka herî mezin e ji bo nêzînbûn û çareserkirina probleman.
Di muqabilî vê de Barzanî jî sipasiya heyeta mêvan kir û li ser zilma hikûmetên Iraqê ji avabûna wê û heta rûxîna rejima Be'sê kir. Herwiha li ser îxlalên hikûmetên piştî 2003an jî sekinî û bal kişand ser neheqiyên li xelkê Kurdistanê.
Barzanî wiha axivî:
"Xelkê Kurdistanê piştî rûxîna Be'sê, ji bo bingehên Iraqa nû werin parastin hemû hewla xwe daye. Lê wek qonaxên berê şirîkatî hat têkdan û heqê xelkê Kurdistanê hat binpêkirin. Xwestin ku zimanê piraniyê serdest bikin. Bi vî awayî careke din rizqê xelkê Kurdistanê birrîn."
Serokê Herêmê destnîşan kir ev muameleya Bexdayê bûye sedem ku bawerî nemîne û wiha dewam kir:
"Bi vê yekê re bawerî nemaye û problem kûrtir bûne. Loma çareseriya ku bê dîtin divê karesat, neheqî û zilma ku bi serê xelkê Kurdistanê de hatiye bidawî bîne."
Herwiha partiyên din ên Koalîsyona Şiî ku beşdarî civînê bûbûn bîr û boçûnên xwe li ser rewşa siyasî anîn ziman û ji bo çareserkirina probleman û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin kirin.
Di civînê de Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Endamê Polîtburoyê Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed amade bûn.