Türkan Tosun
29 Nîsan 2019•Rojanekirin: 29 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da li Hewlêrê bi siyasetmedarên Tirkmen û rayedarên Eniya Tirkmenan a Iraqê ra hat bal hevdu.
Çavuşoglu piştî paytext Bexda û Basrayê duh êvarê hat Hewlêrê.
Wezîr Çavuşoglu li Serokatiya Bajêr a Hewlêrê ya Eniya Tirkmenan a Iraqê bi siyasetmedarên Tirkmen ra hevdîtineke bêyî çapemeniyê kir.
Bendêne ku Wezîr Çavuşoglu wê di çarçoveya ziyareta xwe ya Hewlêrê da îro bi Serokwezîrê HKIyê Neçîrvan Barzanî, bi Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubat Talabanî ra hevdîtinê bike.
Çavuşoglu duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, hemtayê xwe Mihemed Elî el-Hekîm, Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Helbûsî û parlamenterên Tirkmen ra hevdîtin kiribû. Çavuşoglu paşê li Basrayê bi Walî Esed el-Îdanî ra jî hevdîtin kiribû.