HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cebar Yawer da zanîn çekên ku DYA û Fransayê şandin, gihaştin ber destê wan.
Yawer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Wezareta Pêşmergeyan çekên ku DYA û Fransayê ji herêma Kurdistanê re şandin sitand û bêyî ku ferq bike belavî hemû yekîneyên leşkerî kir. Di nav arîkariyên leşkerî yên ku hatin de her cure çekên giran û teknolojîk hene. Bi saya van çekan dê pêşmerge li hember milîtanên DÎŞIyê bi hêz be."
Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ji bo pêşmergeyên ku li dijî DÎŞIya rêxistina terorê şer dikin, ji DYA û welatên YEyê çekên giran xwestibû. DYA û Fransayê bersiveke erênî da vê daxwaza Barzanî û Îngilistan û Almanya jî xebatên xwe yên ji bo arîkariya çekan a ji bo birêvebiriya kurdan berdewam dikin.