WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) diyar kir hat tespîtkirin ku rewşa şert û mercên sivîlên êzdî yên li Çiyayê Şengalê yên ku ji aliyê milîtanên rêxistina terorî ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dorpêç kiribûn, bi qasî ku dihat payîn xirab nîne. Ji ber vê yekê îhtimaleke gelekî biçûk e ku DYA ji bo tehliyekirina sivîlan operasyoneke xilaskirinê bike.
Berdevkê Wezaretê John Kîrby daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku bi telîmata Barack Obamayê Serokê DYAyê di çarçoveya arîkariyên mirovahiyê yên ku tên kirin, komeke xebatkarên leşlerên amerîkayî bi refeqata Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya DYAyê (USAID) li ser rewşa li Çiyayê Şengalê û bandora çalakiyên leşkerî yên DYAyê yên heta îro xebata lêkolînê dike. Kîrby da zanîn ku tîm ji 20 personelan kêmtir e û nekete nav şer û bi awayekî ewledar vegeriya Hewlêrê.
Berdevk Kîrby da zanîn ku jimara êzdiyên li Çiyayê Şengalê ji jimara ku texmîn dikirin gelekî kêmtir e. Di vê yekê de serkeftina operasyonên arîkariya mirovahiyê yên ji hewayî, êrîşên hewayî yên li ser hedefên DÎŞIyê, hewldanên pêşmergeyan bandor kiriye. Bi hezaran êzdî jî di nav van çend rojên dawîn de her şev çiya terikandin û vê yekê jî jimar kêm kir. Kîrby ragihand ku êzdiyên ku mane jî li gor texmînên berê di nav şert û mercên çêtir de ne û xwe digihînin av û melzemeyên xurekê yên ku balafirên DYAyê ji hewayê avêtibûn. Kîrby diyar kir ku di encama vê nirxandinê de derket holê ku kirina operasyoneke xilaskirinê îhtimaleke gelekî biçûk e.
Kîrby her wiha got ku çiqas hewce bike dê arîkariyên mirovahiyê bikin û leşker û tesîsên Amerîkayê biparêzin. DYAyê pêr ji bo ku rewşa qeyrana bi hezaran sivîlên ku li Çiyayê Şengalê asê mane binirxîne û li ser alternatîfên tetbîqkirina arîkariyên mirovahiyê yên wekî bi rêya rêhewayê sivîl ji wir derxistinê lêkolînan bike, bi mîsyoneke berwext 129 leşker şandibû bakurê Iraqê.
Arîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Ben Rhoders duh civîna çapemeniyê li dar xistibû û eşkere kiribû ku Obama ji bo ku bi hezaran êzdiyên ku li Çiyayê Şengalê asê mane xilas bikin, formulên ji hewayê birîn û avakirina korîdorên dabûra ewledar jî di nav de hin alternatîfên leşkerî dinirxîne. Rhoders gotibû piştî ku tîma ku çû herêmê lêkolînên xwe temam kirin û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin, dê li gor pêşniyazan di nav çend rojan de di vê mijarê de biryarekê bidin. Rhoders li dijî alternatîfa di operasyoneke muhtemel de bila leşkerên bejahiyê bên bikaranîn, derneketibû. Lê belê dîsa destnîşan kiribû ku dê leşker tu rolên şervanan negirin li ser xwe.