Haydar Şahin
15 Sibat 2020•Rojanekirin: 16 Sibat 2020
Cesedê kêmzêde 100 kesên endamên komên teorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan û li aliyê rejima Beşar Esed şer dikirin û li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê hatin kuştin anîn Dêrazorê.
Komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide ku li Îdlibê ji bo rejimê şer bikin gelek kesan didin der.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên pêewle sitandin, cesedê kêmzêde 100 kesên endamên van koman û gelek birîndar rojên çarşem û pêncşemê şandin Dêrazorê.
Ji wan cesedê kesên welatiyên Sûriyeyê li Elbikemala navçeya Dêrazorê hat binaxkirin, cesedê terorîstên biyanî jî piştî merasimê şandin Iraqê.
- Li Sûriyeyê hebûna komên Îran piştgiriyê dide wan
Komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da bûn wekî hêza beja ya rejimê, ev koman herî zêde jî li Dêrazorê ya li nêzî sînorê Iraqê hebûna xwe nîşan didin.
Komên ji welatiyên Îran, Iraq, Libnan, Efxanistan û Pakistanê pêk tên bi destê endamên Mihafizên Şoreşa Îranê tên îdarekirin.
Halêhazirî Mihafizên Şoreşa Îranê, Lîwaya Qudsê, Tevgera Nuceba, Lîwaya Bakir, Lîwaya 104an û hêzên Xaysê yên girêdayî Firqeya 4an li dorberê Îdlib û Helebê li aliyê rejimê şer dikin.