Nihat Kavşut
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2020
Hat ragihandin Charles Mîchelê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) di 11ê Çileyê da wê Tirkiyeyê ziyaret bike û bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra bicive.
Çavkaniyên YEyê ragihandin ku wê Erdogan û Mîchel li Stenbolê roja şemiyê piştî nîvro bicivin.
Li gor agahiyên çavkaniyan wê geşedanên li Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin û wiha hat gotin: "Mîchel ji bona rageşiya li herêmê kêm bibe her dem banga diyalogê kiriye. Tirkiye ji bona îstiqrara herêmê zehf girîng e. Loma jî wê Tirkiyeyê ziyaret bikin."