Türkan Tosun
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2020
Malbatên ji êrîşên rejima Esed û Rûsyayê reviyane di konên li baxçe û zeviyan da hatine danîn da dijîn.
Di konan da av û ceyran tune, rê biherî ye, serma jî ji hêlekê va zorê dide malbatan.
Sûriyeyî dixwazin xwarin, av, derman û kinc ji bo wan bên şandin.
Kampa Yavru Fîdayê ya ku ji 90 konan pêk tê ji wan konan yek e ku mirov di nav şert û mercên nebaş da dijîn.
Kesên di konan da dijîn şewatê ji çopê peyda dikin, avê jî li ber baranê tije dikin.
- "Rewşa me pir xirab e"
Ebû Mehmûdê li kampê bi dildarî meletiyê dike û ji Maarat Al-Numanê hatiye got 90 malbat di kampê da dijîn, hemû jî feqîr in û zarokên wan hene.
Mehmûd wiha axivî: "Ji bo ku bijîn hewcedariya wan 4-5 hezar lireyê Sûriyeyê heye, lê di bêrîka wan da 1000 lireyê Sûriyeyê jî tune. Rewşa me pir xirab e. Heta niha tu alîkarî ji me ra nehat. Hewcedariya me sobeyê, şewatê, betanî û xwarinê heye."
- "Pêdiwiya me alîkariyê heye"
Ehmed Ebdulayê ji Maarat Al-Numanê hatiye jî got ew bi jina xwe û du zarokên xwe va hatiye.
Ebdula got serma herî zêde tesîrê li ser zarokan dike û wiha axivî: "Li vir gelek zarok hene, hewa pir sar e. Her derê herî û lehî heye. Betanî û kincên me tune ne. Pêdiwiya me bi alîkariyê heye. Înşallah kesek dengê me bibihîze."