05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ÎDLIB
Berdevkê Ehraru’ş Şamê koma mixalif a sûriyeyî Mihemed Ebû Zeyd îdiaya rejima Esed û Rûsyayê ya ku li Îdlibê komên çekdar hebûn derewand.
Zeyd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Li Xan Şêxunê û derdorên wê gelê bajêr û malbatên ku ji aliyê din hatibûn hebûn. Li erdê ku êrîş lê hatibû kirin û komên leşkerî an jî biçek tunebûn."
Duh serê sibê rejima Esed bi sîlahên kîmyewî êrîşî Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê kiribû, di êrîşê da ji 100î zêdetir sivîl miribûn û piraniya wan zarok 500 sivîl birîndar ketibûn.