16 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
ASTANA
Li Astanaya paytexta Qazaxistanê civîna sêyemîn a ku der barê Sûriyeyê de tê kirin bi hevdîtinên ewil dewam dike.
Muxalefeta eskerî, rejima Esed, Tirkiye, Rûsya, Îran û heyetên DYAyê di hevdîtinê de hene.
Piştî hevdîtinên ewil tê texmînkirin ku wê civîn dest pê bike. Hat ragihandin ku lijneya Urdunê jî wek çavdêr wê beşdarî civîne bibe.
Berdevkê mixalefeta leşklerî Usame Ebû Zeyd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got Rûsya û Îran hê piştgiriya rejîma Esed dikin û ji ber vê yekê bawer nake ji hevdîtinan tu encamê derkeve. Ebû Zeyd wiha axivî:
"Niha der barê rojeva civînê de fikirên cuda hene. Ev jî bandorê li ser despêkirina civînî dike. Heta niha me tu cidîbûna Rûsyayê nedît. Eger êrîşên li sehayê neyên sekinandin, ev hevdîtin wê bibin hevdîtinên dawîn. Ji bo serkeftina civîne lazim e Rûsya li ser soza xwe bisekine û li gor agirbestê hereket bike."
Serokê lijneya mixalefa leşkerî Mihemed Alluş jî wiha got: "Înşellah wê di civîna îro de biryareke pratîk derkeve. Agirbest wê ji bo rewşa mirovahiyê û kesên girtî baş be. Eger ev nebe tu meneya hevdîtinan namîne."