Haydar Karaalp
27 Gulan 2022•Rojanekirin: 28 Gulan 2022
Xetatê ciwan ê Iraqî Qasim Mihemed Riza li ser libên birinc navan dinivîsîne, neqşan xêz dike û bi vê va hewl dide ku debara xwe bike.
Li paytext Bexdayê li kuçeya sehafan Mutenebiyê, Rizayê 25 salî yê ku dezgehekî wî yê piçûk heye, li gorî daxwaza mişteriyên xwe, navan li ser libên birinc dinivîse.

Rizayê Bexdayî yê derçûyî Fakulteya Hunerên Bedew, pîşeya xwe ya ku bi dil û can dike, ji peyamnêrê AAyê ra rave kir.
Riza diyar kir, karê ku wî di 2009an da dest pê kir, wî ewil wekî hobî kir û wiha dewam kir, "Di sala 2017an da min bi alîkariya hevalekî, ev karê xwe kir wek pîşe. Însan rexbetê nîşanî pîşeya min didin. Lewra tiştên wiha cuda timî bala însanan dikişîne."

- "Li ser rûyekî libeke birincê Sûreya Îxlasê nivîsî"
Riza got, ew dikare 8-9 navan li ser libeke birinc binivîse û wiha dewam kir, "Min li ser rûyekî libeke birincê tevahiya Sûreya Îxlasê nivîsî. Ev qedera santîmek û nîv û du santîmî ye. Min li ser libên nîskan jî hemû navên Xwedê nivîsîbûn."
Riza diyar kir ku ew di heman demê da xetat e û her wiha ew dikare li ser libên tizbiyê jî navan binîvîse.