Ahmet Aydın
21 Adar 2022•Rojanekirin: 22 Adar 2022
Li Akrêya navçeya Duhokê ya girêdayî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Bi boneya Cejna Newrozê û hatina sala nû ya Kurdî îsal jî bi pêxistina meşaleyan bi hezaran beşdar bi çiyayên Akrê ve hilkişiyan û Newroz pîroz kirin.
Li navçeya Akrê bi dirêjiya salan êvara 20ê adarê hezaran kes meşaleyan pêdixin û bi çiyê ve hildikişin.
Agirdadan li ser her sê çiyayên Kelê, Kelekevnê û Tîşê yên li Akrê yek ji wê kevneşopiyê ye.
Kevneşopiya ku ev 2 sal ji ber rewşa Kovîd-19ê hatibû sînordarkirin îsal bi coş û xiroşeke mezin dîsan hat geşkirin.
Akrê navçeyeke girêdayî parêzgeha Duhokê ye. Bi qasî 100 kîlometroyan dikeve rojhilatê Duhokê û herwiha bi qasî 85 kîlometroyan dikeve bakurê Hewlêrê.
Akrê di nava sê çiyayên bi navên Kelê, Kelekevnê û Tîşê de ye û xaniyên navçeyê bi şêwaza terasan yek bi ser yekê re hatine avakirin.