Sevim Hatun
20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
HEWLÊR/KERKÛK
Li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûka bajarê Iraqê agirê Newrozê hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin.
Walî, berpirsên îdarî, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesên din bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyên Newrozê yên li van bajêran bûn.
Tewdîrên ewlehiyê yên ku li der û dora herêmên ku lê şahiya newrozê hat kirin hatin hildan balê kişand.
Li Hewlêrê wekî her sal şahî li Parka Şanedar a li navenda bajêr hat lidarxistin. Waliyê Hewlêrê ku agirê Newrozê vêxist, ji nûçegihanan ra wiha axivî: "Ez hêvîdar im ku Cejna Newrozê ya mizgîna biharê ye bibe wesîleya bihêzbûna aştî û geşbûn û pêşketina herêma Kurdistanê."
Kesên ku dorûberê agir kom bûn, bi cil û bergên xwe yên kurdî kilam gotin û govend girtin.
-Şahiyên li Kerkûkê
Ji ber ku DAEŞ nêzî Kerkûkê ye, ji bo şahiyê bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan. Niştecihên herêmê cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û hatin Keleha Kerkûkê ya dê lê agirê Newrozê bihata vêxistin. Şahî bi agirvêxistina Necmeddîn Kerîmê Waliyê Kerkûkê dest pê kir.
Kerkûkiyan kilam gotin, govend gerandin û hinan jî fişekên hewayî teqandin.
-Li Silêmaniyê kolana sereke ji bo trafîkê hat girtin
Ji ber ku hejmara kesên tevlî şahiyên Newrozê yên Silêmaniyê bûn zêde bû, kolana sereke ya bajêr ji bo çûnûhatinê hat girtin. Li têketinan berîqak danîn û bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Hunermendên herêmê derketin ser platforma ku nêzî agirê Newrozê hatibû bi cih kirin û li vir kilamên ser hatina biharê gotin. Gel jî bi cil û bergên herêmî govend girt.