01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ŞAM
Li Gutaya Rojhilat a girêdayî Şama paytextê Sûriyeyê, cotkar guh nadin dorpeçkirina 3 salan û êrîşên rejimê, ji xwe re genim direşînin û çandiniyê dikin.
Cotkar dibêjin ku dorpeçkirina 3 salan dewam bike û êrîşên rejima Esed dewam bike jî ew ê berên xwe li zeviyan nehêlîn û wê çandiniya xwe bikin.
Cotkarekî bi navê Ebu Amir Eş-Şamî yê ku li gundê El Bahariyeyê dijî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew her roj di saet 05.00an de radibin û heta êvarê dixebitin.
Şamî wiha got: "Em pereyekî kêm distînin. Bihayê mazotê zêde ye û ji ber vê em nikarin pê makîneyan çandiniyê bikin. Ji ber vê em zêde dixebitin. Gelek caran jî bombebaran çêdibe û em qasî saetekî dixebitin û paşê dema êrîş dest pê dike, em diçin."
Şamî got ku ew hewl didin tesîra dorpeçkirinê hinekî kêm bibe û wiha dewam kir: "Em genimê ku dihêrin dikin ard û hewl didin ku tesîra ablukayê kêm bibe, çareyeke min a din tune. Li herêmê saziyeke ku piştgiriyê dide çandiniyê tune. Civaka navneteweyî jî piştgiriyê nade."