Penaberê felçbûyî Omer Derwêş ê ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revî û xwe spart Tirkiyeyê, li Elazigê bi destegiriya cîranên xwe dikarin zikê xwe têr bikin.
Li ser rênîşandana malbateke penaber a din a Sûriyeyî, Omer Derwêş bi hêviya tedavîbûnê 3 meh berê hat Elazigê û tevî malbata xwe li taxa Salibabayê bi cih bû. Malbata Omer bi alîkariya cîranan ve debara xwe dike.
Omer Derwêş bi rêya wergêr ve daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku ew li Şaredariya Helebê wekî karîgerê kompûterê dixebitî û 25 sal berê bi nexweşiya kejî ket û di encamê de felça lokal derbas kir û bû mehkûmê sandalyeya bi çerx.
Derwêş qala şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir û got piştî ku şer pekiya nava Helebê jî ew neçar man ku mala xwe biterikînin. Derwêş destnîşan kir piştî ku wan mala xwe terikand û şûnde ew 3 salan derbeder li gundên Helebê geriyan, lê ji ber ku tu kes xwedî li wan derneket, li ser pêşniyaza hevalekî, wî berê xwe da Tirkiyeyê.
Derwêş bal kişand ku Tirkiyeyê digel bi hezaran Sûriyeyiyan deriyên xwe li ber wan vekir û wiha xeberda: "Ji ber ku em hembêz kirin, ez spasiya hemû Tirkiyeyê û ya hemû cîranên me dikim."
- Li Helebê nîgarkêş û xettatekî navdar bû
Derwêş diyar kir piştî ku ji ber nexweşiyê bû mehkûmê sandalyeya bi çerx, wî di weqtê xwe yê vala de li ser tûalê dest bi xêzkirina wêneya boyaxa bi rûn kir û wiha dewam kir: "Digel nîgarkêşiyê ez bi hunera xetê re jî eleqedar bûm. Beriya şer min 14 pêşangeh vekirin û gelek xelat stendin."
- "Di sarinca wan de ji xeynî du qabên hişk û vala tu tişt tuneye"
Cîranekî malbata Derwêş, Hayrî Bahşî jî diyar kir ji ber ku Omer Derwêş bi felç e nikare bixebite û herwisa nikare debara 2 zarokên xwe jî bike û ji ber hindê jî mihtacê alîkariyê ye.
Bahşî destnîşan kir ku wekî cîranê wî çi ji destê wan tê, ew hewl didin ku bikin û wiha pê de çû: "Birayê me yê Omer û malbata wî ji hêla aboriyê ve pir perîşan in. Li mala wan tiştekî xwarinê tuneye. Me deriyê sarinca wî vekir, tê de ji xeynî du qabên hişk û vala tu tişt tuneye. Bi piranî jî bi alîkariya cîranên xwe ve derbasiya xwe dikin. Ez bangî hemû welatiyên xêrxwaz dikim, ji bo xêra Xwedê bira di vê meha mibarek remezanê de alîkariya vê malbatê bikin."