Ji ber ku DAEŞa rêxistina terorê destûr neda ku penaberên Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, 2 hezar û 800 penaberên sûriyeyî ji têla ser xetê derbasî Tirkiyeyê bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, li herêma Rasulayna li ser Hasekeyê şer û pevçûn gur bûye û erîşên esmanî tên kirin. Sûriyeyî ji ber şer û zexta hin komên kurdan revîn û hatin ber deriyê sînor ê Akçakaleyê. Piştî ku 4 malbatên sûriyeyî hildan Tirkiyeyê, DAEŞê destûr neda ku penaberên din jî derbas bibin. Penaberan li ser vê, berê xwe dan xeta sînor û ji têlan derbas bûn û ji ber ku xendek hene nikaribûn derbasî Tirkiyeyê bibin û li wir sekinîn. Hêzên Tirkiyeyê di demeke kurt da cihê ku sûriyeyî lê sekinîn kontrol kirin û korîdorek vekirin ku 2 hezar û 800 penaber derbasî Tirkiyeyê bûn. Li ber derî piştî ku AFADê qeyda penaberan çêkir, penaber derbas bûn. Welatiyên Tirkiyeyê jî ji bo korîdorê destê hevdu girtin û penaber ji korîdorê ra derbas bûn.
Li ber deriyê sînor piştî ku ekîbên AFADê qeyda penaberan çêdikin, hêzên ewlehiyê penaberan kontrol dikin û eşyayên wan di cîhazê x-rayê derbas dikin. Paşê jî tenduristiya wan tê kontrolkirin û aşiya wan tê kirin. Ji penaberan kesên ku dixwaze diçin cem xizmên xwe yên li Tirkiyeyê, kesên ku cihên wan ên mayînê tunene jî, wan li kampên AFADê bi cih dikin.
Leşker ji bo derbasbûnê alîkariyê didin penaberan, Heyva Sor a Tirkan, AFAD û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî av, piskivêt û şorbê li penaberan belav dikin.