Sûriyeyiyên ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê di nav şert û mercên dijwar de, li ber sir û sermayê dijîn.
Qismekî sûriyeyiyên ku hatin Enqereyê, di konên ku bi derfetên xwe ava kirin, avahiyên ku hatin terikandin û barakayan de dijîn.
Sûriyeyî debara xwe bi komkirin û firotina xurdeyan dikin.
Zarokên ku li ber sermayê dijîn jî ji hemû serpêhatiya xwe bê hay di nav berfê de dilîzin.
Ji bo alîkarî ji penaberan re bê kirin xebat didomin.