Hat ragihandin ku Li iraqê15 hezar penaberên ji Iraqê vedigerin çend herêmên li wîlayeta Selaheddînê yên ku ji destê DAEŞê hatin xilaskirin.
Emmar Cûaniyê Şêwirmendê Waliyê Selahedînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got, "Hejmara kesên ku îro vegeriyan Selahedînê xwe gihande 15 hezarî. Penaber vedigerin malên xwe yên li Tikrît, Beycî, Dor û Hucacê."
Cûanî destnîşan kir ku malbatên ku herêmên ji wan DAEŞê tên xilaskirin dixwazin ku vegerin malên xwe û wiha pê da çû: "Malbat ne bi tenê wesayîtên ku hatine tehsîskirin va bi wesayîtên xwe va jî vedigerin. Lewra êdî naxwazin wek penaber jiyana xwe bidomînin."
Midûrê Koç û Koçberiyê yê Kerkûkê Emar Sebah jî diyar kir ku penaber bi wesayîtên ku Wezareta Gihandinê tehsîs kir va vedigerin malê xwe û wiha pê da çû: "Tengasiya kesên ku vedigerin malên xwe ya herî mezin ew e ku binesaziya warên wan hatiye texrîbkirin û xizmet tune. Di vê mijarê da berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hikûmeta navendî. Divê saziyên navneteweyî jî alîkariyê bidin."
Mihemed Eliyê ku vegeriya nehiyeya Hucacê jî wiha got: "Ji ber ku em îro vegeriyan malên xwe zehf kêfxweş in. Ev salek bû em ji malên û warên xwe dûr mabûn. Eqrebeyên me yê ku vegeriyan têlefon kirin û gotin warê me ewledar e. Em jî vegeriyan. Herêma nika zehf ewledar e."