HEWLÊR
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê (SKDP) Siûd Mela got: "Me bi piştgiriya Mesûd Barzanî partiya xwe damezirand. Ev gav ji bo parastina doza gelê kurd yê li Sûriyeyê gaveke dîrokî ye."
Mela li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xebatên xwe yên siyasî bi rê ve dibe, civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê li dijî kesî nehat damezrandin. Em dijminê tu aliyekî nînin."
Mela da zanîn ku ji bo gelê kurd yê li Sûriyeyê ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê biparêzin hewl didin û wiha dewam kir:
"Armanca me azadbûna Sûriyeyê û yekîtiya gelê Kurd e. Li gor rewşa Sûriyeyê ya niha divê gelê kurd bibe yek û bi hev re tevbigere. Heta ku em perçe perçe dibin, divê em li hemberî dijminê xwe bibin yek û têbikoşin. Divê rêya me rêya berxwedanê be."
Mela got ku ew wekî SKDPyê amade ne ku bi hemû aliyan re bên bal hev, danûsitandina fikr û ramanan bikin û wiha pê de çû:
"Em dikarin bi hev du re tevbigerin û serxwebûn û azadiya Rojava (bakurê Sûriyeyê) bi dest bixin. Em li dijî şerê birayan in û em ê heta hetayê destûrê nedin şerê birayan. Em girîngiyê didin geşbûna Peymana Hewlêrê û tiştinên hevpar. Rêya ku gelê me ber bi azadiyê ve bibe û rizgar bike ev e."
Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê (El-Partî), Partiya Azadî ya di Serokatiya Mistefa Cûma de, Partiya Azadî ya di Serokatiya Mistefa Oso de û Yekîtiya Kurdistanê di bin banê SKDPyê de, di kongreya ku roja sêşemê de bûn yek.