29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
WASHINGTON
Korgeneral Stephen Townsendê Fermandarê Koalîsyona Dijî DEAŞê ya di pêşengiya DYAyê da destnîşan kir hêvî nakin PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê li bakurê Sûriyeyê pergaleke federatîf ava bike.
Townsend bi vîdeo-konferansê li Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) pirsên der barê sivîlên di heyama dawîn da ji ber êrîşên balafirên koalîsyonê li rojavayê Mûsilê û Sûriyeyê dimirin û PYDyê da bersivand.
Korgeneral Stephen Townsend li ser pirsa "Salih Muslimê Serokê PYDyê dibêje piştî Reqa ji DEAŞê were rizgarkirin dixwazin tevlî kantonên li bakurê Sûriyeyê hatine avakirin bibe" wiha got: "Li bakurê Sûriyeyê hejmara kurdan ji sedî 10 e. Em texmîn nakin bi nifûseke wiha biçûk li wê herêmê pergaleke federatîf ava bikin."
Townsend wiha got:
"Mîsyona min avakirina dewleteke federal a kurd nîne. Em Reqayê ji bo tu komê rizgar nakin. Her çend kurd pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin jî, nîvê zehfê HSDê ne kurd in. Ereb tê da hene, komên din tê da hene, tirkmen tê da hene. Di eslê xwe da kurd li bakurê Sûriyeyê dora sedî 10an in. Ez texmîn nakim ku li wê derê dewleta federatîf a kurdan ava bibe."
Townsend îdia kir, unsûrên PYD/PKKê di operasyona Reqayê da rol hildin jî, wê paşvekişin û wiha got: "Li bakurê Sûriyeyê nikarin bi hêzê tiştinan biguherînin."
- Nûçegihanê AAyê sûcdar kir
Li ser van daxuyaniyan nûçegihanê AAyê pirseke wiha jê pirsî, "Hûn dibêjin ku PYD li wê derê tenê ji sedî 10 nifûsê kontrol dike, ji ber vê yekê nikare (dewleteke) federatîf ava bike, lê PYDê li wê derê kanton înşa kirine, wan kantonan digihîne hev û di her firsendê da ajandaya xwe ya polîtîk îlan dike. Di navbera gotinên we, kirin û gotinên PYDê da nakokî hene. We ev fikra xwe ji wan ra got? An jî wan ji we ra tiştek got ku we wiha got?" Townsend bertek nîşanî vê pirsê da.
Korgeneralê ji DYAyê got, "Ez wer difikirim ku ajandayeke te ya polîtîk heye, lewra pirsa ku tu dipirsî bêteref nîne. Hûn zorê didin min ku bersivekê bidim." û îdia kir ku di HSDya ku pêşîkêşiya wê PYD dike da ereb, tirkmen, kurd, xiristiyan û komên din jî hene. Townsend îdia kir ku komeke neteweyî nikare bi ajandayeke siyasî va bibe xwediyê vê komê.
Townsend piştî birîfîngê bertek nîşanî pirsên çapemeniya DYAyê da û got, "Di rewşeke ku DEAŞ sivîlan dikuje da ez şaş û metel dimînin ku der barê sivîlên ku di êrîşên DYAyê da mirine pirsan dipirsin."
Rojnamevanekî pirsî ku "Hûn artêşa DYAyê û DEAŞê didin ber hev? li ser vê Townsend bersiv neda.
Berdevkê Pentagonê ji nûçegihanê AAyê ra gor zehf ber xwe ketiye
Piştî civîna çapemeniyê Albay Jeff Davîsê Berdevkê Pentagonê bi e-maîlê va ji nûçegihanê AAyê ra peyam şand û got, "Ji ber miemeleya ku anîn serê te ez zehf ber xwe ketim. Tu nûçegihanekÎ adil î. Ez ê fikara xwe ya di vê mijarê da ji Operasyona Biryardarî ya Siruştî ra bêjim."