Fatih Gazioğlu
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
MADRÎD
Hikûmeta Spanyayê li ser biryara "referanduma serxwebûnê" ya ku dê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 25ê îlonê da bê kirin daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev referandum qanûnî nîne.
Wezareta Karên Derva ya Spanyayê der barê "referanduma serxwebûnê" ya ku Herêma Kurdistana Iraqê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hikûmeta Îspanyayê biryara hewldana referanduma HKIyê ya ku dixwaze bikin bi fikar dişopîne. Ev referandum li gorî qanûna bingehîn ya Iraqê ku di sala 2005an da bi piştgiriya gelê Iraqê hatibû qebûlkirin, qanûnî nîne. Di vê heyamê da pêwîst e hemû gelê Iraqê bi tenê ji bo têkoşîna dijî DEAŞê bibe yek. Tiştekî wiha wê bibe sedema cudabûnê. Em wekî Spanyayê piştgirê Iraqeke bi îstiqrar, demokratîk û yekpare ne."