Elif Orhan
11 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got ku divê li HKIyê referandûma serxwebûnê bê kirin.
Barzanî li Hewlêrê di merasima ku ji bo mezûnên Dewra Perwerdeyê ya Kadroyê ya 19emîn a PDKyê de axivî û got ku "Min berê niha jî diyar kiribû, heke vê carê xwîna me birije dê ji bo serxwebûnê be. Ji ber vê jî divê referandûma serxwebûnê bê kirin."
Barzanî di axaftina xwe de li ser mijara serxwebûnê ya ku ev demek dirêj e tîne ziman sekinî û wiha axivî: "Em dê destûr nedin ku bedêlên ku heta niha hatin dayîn heder bibin. Serxwebûn mafê me ye, me ji bo vê têkoşîn da û em dê dev jê bernedin. Muhîm nîne ka dê kî îlan bike. Heke zarokek jî serxwebûnê îlan bike em ê bibêjinê ku destê te sax be. Em ji bo ku bikarin bersiva dayika şehîdekî ya ku pirs dike û dibêje gelo çima xwîna kurê min rijiya bidin em ê piştgirî bidin kesên ku dev diavêjin vê karê."
Barzanî diyar kir ku mat dimîne ka çima li herêmê kesên ku dijî serxwebûnê derdikevin hene û wiha axivî: "Ez ne diçim Îranê tiştek dibêjim, ne jî diçim Enqereyê û li gor dilê wan diaxivim. Min li Amerîkayê jî got, em tenê xwediyê doza xwe ne. Ji bo serxwebûnê vê carê yan dê em hemû tune bibin an jî digel mirina xwe bi ser bikevin."
Barzanî destnîşan kir şerê bi DAEŞê re xilas nebûye, heta ku rêxistin li Mûsilê be ev yek ji bo Hewlêr û Dihokê jî xetere ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hemû dinya şahîd e ka me DAEŞê çawa têk bir. Di serê pevçûnan de hin herêm ji destê me derketin û ev yek ji bo me pîvanek nîne. Di şer de ya girîng serkeftin e ji ber ku hêzên pêşmergeyan hemû herêman bi piştgiriya hêzên koalîsyonê paş ve sitand."
Barzanî li ser mijarên têkoşîna bi gendeliyê re û reformê jî sekinî û got ku "Heke em reform nekin em dê tune bibin. Em spasiya her kesê ku di hewldana reformê de dê piştgirî bide me, agahî bide me dikin. Me bi hikûmet û Komîsyona Destê Paqij re li ser mijara reformê hevdîtin kir û me bi qasî 20 dosye amade kirin. Heke li serê bixebitin dê baş be, heke li serê nexebitin ez dê bi xwe biçim û li serê bisekinim."
Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê ji qeyrana aboriyê ya li herêmê xilas bibin û ji xwe bawer in û wiha axivî: "Em dê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re ji bo çareseriya qeyranê mekanîzmayek ava bikin û rewş dê tu carî nebe wek berê. Sedema bingehîn a vê qeyranê qadrobûna nehewce ye. Dê di qadên pîşesazî û çandiniyê de derfetên kar ên nû derxînin holê."