Elif Orhan
23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima mezûniyetê ya li Kongreya Halîçê ya Zanîngeha Fatîh Sultan Mehmet de axivî.
- "Hûn ji ber ku piraniya gelê me misilman e me qebûl nakin"
Erdogan di axaftina xwe de li ser referandûma li Îngilistanê jî sekinî û wiha axivî:
"Sibe dê referandûmê bikin ka 'Em ji Yekîtiya Ewropayê derkevin na na?' Ji me re jî sinyal dişînin 'Ne mimkûn e ku heta sala 3 hezarî Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewropayê'. Cameron kanê dema em dihatin gel hev tu wiha nediaxiviyayî... Te wisa nedigote me. Te her dem ev digote me 'Em her dem li gel we ne, em ji bo ku Tirkiye demildest bikeve Yekîtiya Ewropayê her cure hewldanê nîşan didin' Ma niha çi bû? Va ye ev. Rastiya van ev e. Niha sibê dê me hincet nîşan bidin -hûn dibînin ku kampanyayê jî wisa dikin- dê ji wir biryara derneketina ji Yekîtiya Ewropayê derkeve. Ez ji niha ve dibêjime we. Pişt re dê bibêjin ku 'em çi bikin, îngilizan wisa xwest û em jî ji Yekîtiya Ewropayê paş venekişiyan û em di rêya xwe de berdewam dikin.'Bi xêr be, berdewam bikin jixwe hûn wir in lê ev Tirkiye nîne. We bi ferî ji bo sala 1963yan soz da Tirkiyeyê, sal 2016 e, 53 sal derbas bûn hê jî hûn mijûl dikin. Hûn çima mijûl dikin? Ez bibêjim min heta niha zêde nedigot tenê di dema hevdîtinên taybet de ez wir diaxiviyam. Ey Yekîtiya ewropayê, ji ber ku em welatekî ku piraniya wê misilman in hûn me qebûl nakin. Belê... Hûn nikarin bereksê vê îspat bikin û ji xwe yek ji wezîrên karên derve yên Fransayê yên berê vê yekê bi awayekî eşkere got. Birêz Davutoglu jî li gel min bû û em her sê bûn û bi awayekî eşkere got 'we nahlînin' hûn beredayî mijûl dibin. Min got ku 'çima?' Got ku 'Hûn misilman in'. Min jî got ku em jî di rastiyê de vê dizanin em jî lê binêrin em wekî testekî samimiyetêketin vê rêyê va ye 1963, niha 2016..."