31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Partiya Civaka Îslamî (Komela) Elî Bapîr li Hewlêrê li navenda giştî ya partiyê digel şandeya Yekîtiya Ewropayê (YE) civiya.
Bapîr bi şandeya YEyê ra bêyî amadebûna çapemeniyê qedera saetekê civîn pêk anî.
Dû re ji bo qala hûrgiliyên hevdîtinê, Bapîr civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di hevdîtinê da mijara qeyrana siyasî, aborî û ewlekariyê ya herêmê û serxwebûna Herêma Kurdistanê ya ku ji aliyê Serokê HKIyê Mesûd Barzanî va ket rojevê, hatin gotûbêjkirin.
Bapîr got ku ew bi dorfirehî li ser referandûma di rojevê da ya ji bo serxwebûna herêmê rawestiyan û wiha xeberda, "Şandeya YEyê dixwaze ku Iraq yekgirtî bimîne û bi vî awayî pêwendiyên digel herêmê dewam bikin. Şandeya mêvan destnîşan kir ku ew terefdarê referandûmeke ji bo serxwebûna Kurdistanê nînin. Lê şandeyê got ku dibe siberojê ev nêrîna wan biguhere."
Bapîr bal kişand ku weke partiyeke siyasî ya herêmê ew terefdarê serxwebûna herêmê ne û wiha xeberda, "Beriya niha jî me helwesta xwe ji Mesûd Barzanî ra gotibû. Ji bo pêkhatina vê referamdûmê, xebatên cidî yên qadê hewce ne. Beriya her tiştî, yekîtiya siyasî hewce ye, wekî herêma Kurdistanê divê bi welatên din ra pêwendiyên xurt ên dîplomatîk bên danîn, bingeha aborî divê saxlem were avakirin û herî dawî jî divê hêzeke yekgirtî ya leşkerî ya di bin sîwanekê da were avakirin. Heger ev qonax bên cîbicîkirin, referandûm dikare pêk were, bereksê vê referandûm dê wekî sloganeke siyasî bimîne."
Şandeya YEyê seba bi partiyên siyasî yên li herêmê ra hevdîtinan pêk bîne îro ber destê sibê gihîşt Hewlêrê.