Sevim Hatun
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump bal kişand ser Mûsilê got ku xilaskirina Mûsilê ji destê DEAŞa rêxistina terore re hindik ma, wê Iraq û Sûriye ji DEAŞê were paqijkirin.
Trump, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî û artêşa Iraqê ji bo serkeftina di operasyona xilaskirina Mûsilê de bi dest xistin pîroz kir û wiha got: "Em şîna bi hezaran xelkê Iraqê yê ji aliyê DEAŞê ve bi hovî hat qetilkirin û bi milyonan iraqiyên ji ber DEAŞê êş kişandin dikin. Em êşa pêşmerge û eskerên ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve dikin û em fedakariyê wan pîroz dikin."
Trump di daxuyaniya nivîskî de got ku DYA ji bo li bal hêzên ewlekariya Iraqê ye serbilind e, di 6 mehên serdema ewil a serokatiya xwe de, di mijara têkoşîna dijî DEAŞê de gelekî bi pêş ketine.