İbrahim Atmaca
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
SANA
Hat ragihandin alîkariya tibî a ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji Yêmenê ra şand, gihîşt Sanaya paytext.
Berdevkê UNICEFê yê li Yêmenê Mihemed el-Esadî daxuyanî da çapemeniyê û got ku her du balafirên kargoyê ên ku 33 ton alavên alîkariya tibî lê barkirî bû, li Balafirgeha Sanayê ya Navneteweyî danî.
Esadî diyar kir ku alavên tibî dê ji bo tedawiya nexweşiya kolerayê were bikaranîn û li ku derê nexweşî zêde bela bûbe, wê ji wan herêman ra were şandin.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO), ji 27ê nîsanê heta niha li Yêmenê hezar û 713 kes ji ber nexweşiya kolerayê mirin.